Skip to main content

KOÇ-KAK


Hilbijartinên Meclisa Beledîya Arnhem

Broşora Komeleya Çanda Karkerên Kurdistanê li Hollanda KOÇ – KAK

Li ser hilbijartinan hatîye amadekirin..







salname_1996

Komeleya Çanda Karkerên Kurdistanê li Hollanda KOÇ - KAK, her sal salnameyek amade dikir, ev yek ji wan salnameyan e.


Formîla Daxwaznama Dersa Kurdî

Komeleya Çanda Karkerên Kurdistanê li Hollanda KOÇ - KAK, her sal him dersa ziman didan zarokên kurdan û her sal ji Wezareta Perwerdeyî ya Hollanda ra daxwaznameya fermîkirina zimanê kurdî dikir. Di encamê de Dewleta Hollanda fermîkirina dersên zimanê kurdî pejirand. Li ser vê KOÇ-KAKê ji bona dêûbavên zarokan formîlek daxwaznameyê amade kir. Da ku dêûbav bi fermî ji dibistanên Hollandayê daxwaza dersên zimanê bavûkalan (zimanê dê) ji bona zarokên xwe bikin.


Sertîfîkaya Qursa Kurdî

Komeleya Çanda Karkerên Kurdistanê li Hollanda KOÇ - KAK, di dersdayina zimanê kurdî xwendevanên ku qursa xwe teva dikir SERTÎFÎKAYEK Tevakirina Qursa Zimanê Kurdî didan wan xwendevanan.


Destûra Navxweyîya KOÇ-KAK ê

Komeleya Çanda Karkerên Kurdistanê li Hollanda KOÇ - KAK,  di sala 1985 an de hat avakirin. KOÇ-KAK ê di warê ziman, dersên kurdî, muzîk, folklor, civakî, şayî, seminer û hwd. gelek çalakîyên hêja kirine, Niha jî KOÇ-KAK xwedî û berpirsa www.arsivakurdi.org ê ye ku bi deh hezaran weşanên kurdî li ser tora înternetê li xwe girtîye.